Li Bakurê kurdisatanê Îro jî agirê Newrozê hate pêxistin û bi coş hate pîrozkirin

Newroza îsal li çar aliyên welat û derveyî welat bi coşeke mezin tê pîrozkirin.Îro jî agirê Newrozê li Wan, Êlih, Colemêrg, Riha, Dîlok, Silopiya jî di nav de, li 36 navendan hate pêxistin. Di pîrozbahiyan de banga azadiya Rêber Apo hat kirin.

Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li çar aliyan bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Keleha Wanê ku heta niha gelek caran şahidiya Newrozên bi nav û deng kiriye, îsal jî mohra xwe li pîrozbahiyan da.

Gelek welatî hêj di saetên zû yên serê sibehê de ji navçe û taxan berê xwe dan qada Newrozê.

Tevî barîna berfê jî bi sed hezaran kesî herikîn ber keleha Wanê û qada Newrozê têje kirin.

Piştî destpêkirina Newrozê, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temelî jî di nav de Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Feleknas Uca û Tayyîp Temel û siyasetmedar axivîn.

Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

Li Colemêrgê jî ku li qûntarê Çiyayê Sumbul Newroz bi coş hate pîrozkirin.

Li qada Newrozê, bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana
zindanan” û “Şehîd namirin” hatin berzikirin.

Li bajarê Riha ye jî hê di saetên serê sibehê de bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê.

Di pîrozbahiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusredîn Maçîn û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek di pîrozbahiyê de axivîn.

Pîrozbahiya Newroza Dîlokê jî bi tevlîbûna hezaran bi coşeke mezin dest pê kir.

Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî Newrozê bûn.

Li bajarê Êlihê jî bi deh hezaran agirê Newrozê hil kir û li qadê cih nema

Welatiyan bi cilên xwe yên netewî tevli pîrozbahiyê bûn û cejn bi kêfxweşiyek mezin pîroz kir

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi dirûşmeya îsal hate pîroz kirin.

Xelkê Silopya bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” peyama Newrozê dan.

Herwiha li navçeya Farqîn a Amedê û bajarê Çewlîkê jî Newroz ji aliyê welatiyan ve bi coşek mezin hate pîroz kirin

 

Back to top button