Li Helebê 52 heazr îmze hatin komkirin

​​​​​​​Însiyatîfa Gel a Helebê diyar kir ku ji bo navê PKK ji ‘lîseya terorê bê derxistin, 52 hezar îmze hatin komkirin û got: “Êdî dema derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatiye.”

Der barê pêngava komkirina îmzeyan a ji bo derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê’, Însiyatîfa Gel a Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyên taxên Şêxmqsud û Eşrefiyê, ji aliyê endamê Însiyatîfa Gel a Helebê Reşîd Reşo ve hate xwendin.

Reşîd Reşo di daxuyaniyê de da zanîn ku PKK sembola berxwedanê ya gelê kurd e û Rêber Ocelan jî ne tenê rêberê Kurdan, rêberê gelên Rojhilata Navîn û rêberê azadî, demokrasî û aştiyê ye.

Reşo ragihand ku ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin ji Helebê ji hemû pêkhateyên Sûriyê 52 hezar îmze hatin komkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku zextê li hikûmeta AKP’ê bikin û dawî li siyasetên qirkirinê bînin û PKK ji ‘lîsteya terorê’ derxînin.

Back to top button