“Pirsgirêkên me yek in, divê em bibin yek û çareser bikin”

Xebatên 3. Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê tê lidarxistin, bi nîqaşên li ser rewşa jinan li çaraliyê cîhanê û çalakiyên cuda didome. Di Konferansê de jinan destnîşan kirin ku pirsgirêkên wan yek in û divê ew bibin yek û bi hevre jî çareser bikin.

Xebatên Konferansa 3’emîn ya Jinan a Cîhanê berdewam e.

Heya niha di Konfransê de gelek atolya derbarê pirsgirêkên jinan de hatine lidarxistin.

Her wiha çalakiyên cur be cur jî di Konfransê de hatin pêşandina.

Jinên ku beşdarî 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn, bal kişandin ser xirabûna şert û mercên karkerên jin ên li gelek deverên cîhanê û diyar kirin ku zilma li ser jinan didome.

Çalakvana femînîst a Amerîkî Sûzan Simîs diyar kir ku pêşketina rewşa jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê karekî zehmet e ji ber berdewamiya zextên rejîmên emperyalîst ên li ser jinan û got:

Rewşa jinan li hemû herêman zehmet e, nemaze ji ber destwerdanên rejîmên emperyalîst ên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Rûsya û Tirkiyê li herêmê.

Jinên Hindî û Afrîkî li Amerîkayê û jinên reşik ên Amerîkî jî rastî cudakariya nijadî tên.

Ez di nava rêxistinê de hewl didim ku li dijî îdeolojiya emperyalîst têbikoşim.

Ji bo têkoşîna li dijî cihêkarî û polîtîkaya biçûkxistinê ya li dijî jinê divê tevgerên xurt bên avakirin.

Endama komîteya amadekar a konferansê Emîra Dileş jî wiha anî ziman:

Konferans ji bo jinan fersendek e ku li ser hemû pirsgirêkên biaxivin.

Armanca konferansê ew e ku em ji tecrûbeyên hev dersê bigirin û bibin yek.

Xebatên 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê tê lidarxistin, bi nîqaşên li ser rewşa jinan li çaraliyê cîhanê û çalakiyên hunerî û çandî ji aliyê beşdarên konferansê ve, didome.

Back to top button