Jinan li ser mîrateya Xwişkên Mîrabal têkoşîna xwe dewam dikin

Jinên ku mîrateya Xwişkên Mîrabal dewam kirin, li her deverê cîhanê bi têkoşîna xwe qadên berxwedanê mezin kirin. Gelek sazî, rêxistin û tevgerên jinan li dijî tundiya li ser jinan gotinên xwe kirin yek û li qadan xwedî li mîrateya Xwişkên Mirabalan derketin.

Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa…

Ew bûn nîşanaye berxwedan û têkoşîna li dijî dîktatoran

Xwişkên Mîrabel… li Komara Domînîk, di têkoşîna bindestan a li dijî hikûmeta Trujîllo de bûn sembol.

Weke her dîktatorekî Trujîllo jî jiyan li gel kirbu zindan, u gotinen nefrete ji deve wi dibariya .

Bi êşkence û hovitiya xwe ya li dijî girtiyan navê xwe li diroke nivîsî.

Xwişkên mîrabel û hevjînên wan ji bo bikarin ve diktatoriye hilweşînin, rêxistineke veşartî ya bi navê Clandestîna damezrandin.

Her sê jinên ku li dijî rêveberiya dîktatorî ji bo mafê mirovan û demokrasiyê têkoşiyan bûn nîşaneyek.

Tevî ku gelek caran hatin girtin û dest danin ser mal û milkên wan,lê Xwişkên Mîrabal serî netewandin.

Marîa Mîrabel pîvanê berxwedana xwe weha pênase dikir:

“Belkî ya herî nêzîkî me mirin e, lê ev min natirsîne. Em ê ji bo her tiştên mafdar şer bikin.”

Ji bo Dîktator Trujîllo du pirsgirêkên sereke yên welat heb un ew ji Dêr û Xwişkên Mîrabel bûn.

Ev pirsgirêk heman demê fermana kuştina hersê xwişkan bû.

Piştî 23 rojan, alîgirên dîktator, sê xwişkên ku çûbûn serdana hevjînên xwe yên li girtîgehê, di 25’ê Mijdar a 1960 an de bi awayek hovane dikijin.

Di Komara Domînîk Kuştina Xwişkên Mîrabel,hêrseke mezin bi xwe re anî.

Ev nerazîbûn bû berxwedan û sedemê hilweşandina dîktatoriyê.

Wan di berdêla canê xwe dawî li dîktatoriya Komara Domînîk anî.

Lê ew bûn şîneya serkeftinê û sembola berxwedan û 25’ê Mijdarê.

Ji sala 1981’an ve her 25’ê Mijdarê bû roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê.

Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1999’an de ev roj bi awayekî fermî weke Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî tundiya li Hemberî Jinê îlan kir.

Ew Rojek bû, lê niha li tevahiya cihanê her roj ji bo jinan bû roja têkoşîna li dijî tundî yê.

Bû roja hevgirtin û piştgiriya jinên cihanî.

Jin her sal bi druşme, qêrîn û daxwazên azadiyê dadikevin qadan û banga jiyanek wekhev a bê tundî dikin.

Îro jinên Kurd li her devera cihanê bi druşma “Na ji dagirkerî qirkirinê re,em bi hev re jin û jiyanê bi parêzin” li qadanin.

Bi yek deng û dilî banga hevgirtin û yekbûna tevahî jinan dikin.

Back to top button