HPG’ê:Li Zap, Metîna û Xakurkê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê ragihand hêzên gerîla li dijî dagirkeran 13 çalakî pêk anîn, di encamê de yek jê payebilind 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek û dronek jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li dijî berxwedana gerîla têk diçe, çekên kîmyewî bikartîne û sûcên şer didomîne û ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 7’ê Îlonê tîmên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin ku li Qada Karker ketibûn nava tevgerê.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

8’ê Îlonê li Qada Şehîd Adil ya bi ser Çemçoyê ve tîmên bi tevger 4 caran li hêzên dagirker xistin. Di encama vê çalakiyê de yek jê payebilind herî kêm 2 dagirker hatin kuştin.

9’ê Îlonê dîsa li Qada Şehîd Adil di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 8’ê Îlonê li Girê Amediyê teqemeniyên ku dagirkeran bi armanca bombebarankirina çeperên şer amadekirbûn hatin rûxandin.

Dîsa heman rojê li Girê FM droneke ku li ser qadê digeriya hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 7’ê Îlonê tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker yên li Qada Koordînê xistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.

HPG’ê: Artêşa Tirk 13 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 13 caran bi çekên giran û bombeyên nukleer, 6 caran bi balafirên şer, 10 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button