Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî a li dijî gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve meşeke bi meşaleyan li dar xist.
Meş ji Çerxerêya Mîzan heta li ber navenda ciwanan dewam kir.
Li ber navendê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Salih Cefal axivî û gat:
“Em bi tundî hemû komployên li dijî HPG′ê ku tê de çekên pêşketî û çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn şermezar dikin.”
Cefal bang li tevahî gelên azadîxwaz kir ku li dijî vê komploya li ser rêber Ocalan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li hember hêzên gerîla hevgirtî bin.