Çalakiya li Mexmûrê ya ji bo şikandina tecrîdê di roja 24’an de didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin di roja 24’an de didome.

Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 24’an re didome.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê koma nû Qedrî Şirîşî axivî.

Qedrî Şirîşî axivî û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin.

Ev tecrîd di kesayeta Rêbertiya me de li ser gelê Kurd tê pêkanîn.

Têkoşerên azadiya Kurdistanê û gelê welatparên Kurdistanî ji bo şikandina tecrîdê li hemû qadên jiyanê têkoşîn dikin.

Em xwe di çalakiya heyî de berpirs dibînin ji bo şikandina vê tecrîdê çi ji me were xwestin em amadene.”

Back to top button