Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê bi beşdariya 400 delegeyan pêk hat

Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê îro li bajarê Enqere yê Tirkiyê pêk hat.
Di konferansê de Ehmed Turk axivî û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser guftûgoyên li ser muxatebiyê.
Ehmed Turk, gel û aktorên gel weke muxateb destnîşan kir, û got, ew êdî ji vê gotinê zêdetir gotinê nabêjin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî got, demokrasî bi muzakere û diyalogê dibe.

Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Mîthat Sancar îro li bajarê Enqere yê Tirkiyê pêk hat.

Ji bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzî 400 delegeyên ji partî û saziyên cûda yên demokrat beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de ewil sînevîzyona ku xebatên şaredariyên HDP’ê nîşan dide, hat pêşandan.

Ehmed Turk: muxateb gelê Kurd û aktorên wê ne

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk, yê ji peywirê hatibû girtin û bi qeyûmê erka wî jê hatiye sitandin, di Konferansê de axivî û bal kişand ser nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd û muxatebiyê.

Ehmed Turk, diyar kir ku ji ber Tirkiye dikeve qonaxeke nû, çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin.

Ehmed Turk, ji bo bidawîkirina nîqaşên der barê muxatebiyê de ango ji bo bersiva dawî bide pirsa di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxateb kî ye, got,

“Muxateb gelê me ye û aktorên wê yên têkoşînê ne. Em bi vî awayî, xalê datînin û vê mijarê bi dawî dikin.”

Ehmed Turk, îşaret bi şertên çareseriya pirsgirêka Kurd kir û got, divê berî her tiştî, hebûna gelê Kurd û statuya wî bê qebûlkirin.

Her wiha Ehmed Turk tekîldarî rola HDP’ê ya di siyaseta Tirkiyê de jî got, siyaseteke bê HDP’ê nikarê bibe desthilat.

Mîthat Sancar: Bêyî HDP ê aştî û demokrasî nayê Tirkiyê

Hevserokê Giştî yê partiya HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku demokrasî bi muzakere û diyalogê dibe û got:

“Em dixwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê hemûyan çareser bikin. Bêyî HDP’ê ne pêkane ku demokrasî, aştî, wekhevî û azadî were welat.”

Her wiha di konferansê de, peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin, hat xwendin.

Back to top button