AvEG-KON ji bo hesabpirsîna Komkujiya Parîsê bang kir

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê nerazîbûna xwe ji daxuyaniyên Îsmaîl Hakki Pekîn ên li ser Komkujiya Parîsê da û diyar kir ku yên duh Sakîne, Fîdan û Leyla kirin armanc, îro jî dixwazin çavê hêzên têkoşer bitirsînin.

AvEG-Kon têkildarî komkujiya Parîsê ya li dijî her sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji gotinên Serokê berê yê Îstixbarata Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn tê fêhmkirin ku komkujiya Parîsê operasyoneke dewleta Tirk bû.

Her wiha, bi rengekî fermî hate eşkerekirin ku sûcdarên vê komkujiyê kî ne.. Di serî de Fransa, welatên Ewropa û Tirkiyê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li kedkar û azadîxwazan hat kirin ku ji bo hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn, têkoşînê mezin bikin.

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Back to top button