Li gundewarê Dêra Zorê cenazeyê jinekê hat dîtin

Şêniyên bajarokê El-Sebha yê gundewarên Dêra Zorê di qatê herî jêr ê xwaringeheke berê de, cenazeyê jineke serjêkirî dît.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ajansa nûçeyan ANHA’yê, cenaze yê şêniya bi navê Wedîa Serhan El-Salih e.

Ev jin, ji bajarê Meyadîn koç bûbû û li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilatê Dêra Zorê dima.

Beriya demekê jî, şêniyên bajarokê El-Şehîl serê kesekî din dîtibûn û kaxezên gefên li dijî sivîlan li cem cenazeyê, hatibûn dîtin.

Back to top button