Koalîsyona Navneteweyî: Em ê operasyonên têkbirina bermahiyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bidomînin

Berdevkê fermî yê Koalîsyona Navneteweyî Kolonêl Wayne Marotto da xuyakirin ku DAIŞ êdî nikare erdnîgariya Sûrî û Iraqê kontrol bike, lê di heman demê de, gef û metirsiyeke ciddî li ser herêmê ye.

Wayne Marotto ji malpera El-Erebiye Net re da zanîn ku DAIŞ ji aliyê aborî ve pûç bûye, lê hê jî li herêmê revandin, kuştin û armanckirina berpirs û hêzên ewlekariyê, didomîne.

Marotto diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî, QSD, Asayîş û Pêşmerge, ji bo aramkirina herêmî, hê jî pabendên têkbirina şane û bermahiyên DAIŞ’ê ne û got ku ev yek, bi hatina Joe Biden re nayê guhartin.

Back to top button