Komîteyên Parastina Çandiniyê yên kantona Qamişlo hatin xelatkirin

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê komîteyên parastina çandiniyê ên li çar navçeyên kantona Qamişlo bi xelata rûmetê ew pîroz kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ji bo parastina demsala çandiniyê ya sala 2023’an, îro civînek ji hemû komîteyên lezgîn û hêzên parastina civakê li çar navçeyên kantona Qamişlo lidar xist.

Bi destpêkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê axeftinek ji aliyê birêz Talat Yûnis ve hat kirin.

Talat Yûnis bal kişande li ser girîngiya yekgirtina pêkhateyan bi hêzên leşkerî re ji bo parastina ewlehiya bajar.

Yûnis destnîşan kir ku tişta ku van komîte û saziyan kirine îsbat dike ku “Em bi îrade û yekîtiya xwe dikarin hemû êrîşan pûç bikin û got:

Ji ber ku em girêdayî felsefeya neteweya demokratîk û Hêzên Parastina Civakê ne û hemû hêzên me yên leşkerî mîrateya me ne.

Şoreş çi dibe bila bibe em dest ji wan bernadin.”

Di dawiya civînê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê hemû komîteyên ku di parastina zeviyên çandiniyê de beşdar bûne, bi xelata rûmetê keda wan pîroz kir.

Back to top button