Efxanistanê…Çeteyên DAIŞ’ê êrişa li dijî mizgefta Şiiyan li xwe girt

Li Efxansitanê, êrişên ku demekê Talîbanê li dijî hikumeta Efxanistanê pêk dianîn, niha çeteyên DAIŞ pêk tîne.
Welatiyên Efxan ji êrişan xelas nabin.
Di serdema hikumeta Talîbanê de, çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe yên li dijî welatiyên mezheba Şii zêde kirine.
Herî dawî êriş li dijî mizgefteke Şii ya li Kundizê pêk anînbû.
DAIŞ êrişa li dijî mizgefta Şii ya ku herî kêm 11 kes hatibûn kuştin li xwe girt.

Li nava Efxanistanê dengê teqînan kêm nabe.

Êrîş piştî du rojan ji teqîna li dibistaneke amadeyî ya rojavayê Kabulê ku piranî Şîa ye, pêk hat.

Li gorî nûçeya Reutersê; Berdevkê fermandariya Talîbanê li bajarê Mezar Şerîf Mihemed Asif Wezerî got:

“Di teqîna ku di nava mizgefteke Şîeyan de pêk hat de herî kêm 20 mirin an jî birîndar bûn.”

Herweha, Wazerî diyar kir ku doh êvarî, komeke nenas ya çekdar li navenda parêzgehê Mezar-i-Şerif êrişî hêzên wan kiriye û ev tişt anî ziman:

Em heta niha ji nizanin ka, têkliya êrişê bi teqînê re heye yan na.

Berdevkê Dezgeha Tenduristiyê ya Herêmê Ziya Zendanî ragihand ku di encama teqînê de 11 kes mirin û 32 jî birîndar bûne.

Ji rêveberiya tenduristiyê ya herêma Kunduzê Necîbullah Sahel, diyar kir ku 11 mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajar..

Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn diyar kir ku di teqîna li qeraxa rê ya li Kunduzê de kamyoneke ku tamîrkerên leşkerî tê de bûn hatine armanckirin û di nav birîndaran de xwendekarên wî jî hene.

Berdevk ragihand ku li paytext Kabulê teqînek din rû da û di encamê de zarokek jî di nav de 3 kes birîndar bûn.

Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî li Efxanistanê Richard Bennett teqînên li welat şermezar kir û wiha got:

Îro Efxanistan ji ber teqînan hîn zêdetir hejiya.

Divê demildest êrîşên sîstematîk ên li ser dibistan û mizgeftên qelebalix bên lêkolînkirin, dawî li binpêkirinên mafên mirovan bê anîn.”

Back to top button