Aratêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrîş birin ser gundên navçeya Şera û Şerawa yên Efrînê.
Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî gundên navçeya Şera û Şêrawayê topbaran kir,
Li gorî agahiyan îro navenda bajarê Efrîna dagirkirî 3 caran hat topbarankirin.
Hat zanîn ku gundên Dêr Cemal û Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê û gundê Eyn Deqnê, Meranazê, balafirgeha Minixê yên navçeya Şera jî hatin topbaran kirin