Sinn Fein bû xwediyê 27 kursiyan û serkeftineke mezin bi dest xist

Li Îrlandaya Bakur, ji bo diyarkirina endamên nû yên parlementoyê, gel dengê xwe da.
Di hilbijartinê de Sinn Fein (Şên Fîn) ji aslê 90 kursiyan, bû xwediyê 27’an û serkeftineke dîrokî bidest xist.

Partiya Sinn Fein (Şên Fîn) ku weke baskê siyasî yê Tevgera Rizgariya Îrlandayê tê binavkirin, sala 1905’an hate damezrandin.

Di dîroka têkoşîna xwe ya serxwebûna Îrlandaya Bakur de, gelek caran bû armanca zext û êrişan.

Û doh cara pêşî serkeftineke mezin bidest xist.

Gelê Îrlandaya Bakur ji bo diyarkirina endamên nû yên parlementoyê dengê xwe bikar anî.

Di encamê de Partiya Sinn Fein 27 kursî bidest xistin û bû yekemîn.

Di rêza duyemîn de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk 24 kursî bi dest xist.

Partiya Tifaqê jî bi 17 parlamenteran bû partiya sêyemîn.

Li gorî encamên hilbijartinê, li Îrlanda Bakur ji sala 1921’an ve Sinn Feinê yekemcar mafê wezîfeya serokwezîrtiyê bi dest xist.

Seroka Sinn Feinê Michelle O’Neill (Mîşek O.Nîl) encama weke guhertineke rasteqîn binav kir û got, ev yek wê qedera me diyar bike.

Li Îrlanda Bakur bi encamên hilbijartinê re nîqaşên li ser referandûma serxwebûnê jî destpê kirin.

Pêvajoya piştî hilbijartinê ku ji aliyê Seroka Sinn Feinê O’Neill ve weke ‘serdemeke nû’ hat pênasekirin, ji bo Îrlanda Bakur ji Brîtanyayê qut bibe û bi Komara Îrlandayê re bibe yek, weke firsendekê tê dîtin.

Li gorî ‘Peymana În a bi Xêr’ ku sala 1998’an hate îmzekirin, eger piraniya welatî bixwazin wê referandûm bê kirin.

Back to top button