Êzidî her sal di 6’ê Cotmehê de li perestgeha Laleşê ya li Şêxan ya Başûrê Kurdistanê Cejna Cima pîroz dikin.
Îro jî Mala Êzdiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Cejna Cima (Hec) pîroz kir.
Îro Mala Êzidiyan ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi beşdarbûna bi dehan welatiyên Êzîdî û nûnerên olên din Cejna Cima pîroz kirin.
Endama Mala Êzidiyan Gulê Xezalê axivî û da zanîn ku ji ber çûyîna Başûrê Kurdistanê zehmete û belavbûna vîrûsa Corona wan cejina xwe li Helebê pîroz kir.
Gulê Xezalê hêvî kir ku aştî û ewlehî li cîhanê serwer be û herêmên dagirkirî yên Rojava rizgar bibin.