Li bajarê Maraa yê bakurê Helebê balafireke bêmirov a Rûs hate xistin

Li piraniya herêmên Sûriyê û bi taybetî jî yên di bin dagirkeriaya Dewlea Tirk de alozî zêde dibe.
Li bajarê Maraa yê bakurê Helebê balafireke bêmirov a Rûs hate xistin.

Li Idlibê jî, dewleta Tirk cihekî leşkerî ya nû li gundê Bênîn ê li rojhilatê Cebel Zawiyê ava kir.
Li Siwêdayê jî hin kesan bombeyên destan avêtine nava texên bajêr.

Li herêmên dagirkirî û li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de alozî serwer e.

Bi taybetî di van demên dawiyê de li gelek bajarên dagirkirî teqîn pêk hatin,

Îro li bajarê Maraa balafireke bêmirov a Rûs hate xistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Maraa yê li bakurê Helebê balafireke bêmirov a Rûs hatiye xistin.

Di demekê de ku balafirên Rûsyayê êrişên hewayî li dijî nuqteyên çeteyan ên li herêmên dagirkirî yên li bakurê Helebê pêk tîne, ev balafir hate xistin.

Artêşa Tirk cihekî leşkerî ya nû li Idlibê ava kir

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker cihekî leşkerî ya nû li gundê Bênîn ê li Cebel Ezzawiyê yê başûrê Idlibê ava kir.

Cihê nû nû li ser rêya Merat El-Nûman-Erîha hatiye avakirin û bi wê yekê rêyên sereke bi temamî tên girtin û şopandin.

Ev yek hemwextî gihaştina karwanên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê ji bajarê Seraqib re pêk tê.

Kesên nenas bombeyên destan avêtin nava texên bajêr

Li başûrê Sûriyê jî tevlihevî û nearamiya li herêmê ranaweste.

Hat diyar kirin li bajarê Siwêdayê, kesên nenas bombeyên destan avêtin nava texên bajêr,

Her wiha erdeki çandiniyê yê li rojavayê bajêr bi bomboyên RBG`ê hate hedefgirtin.

Li Deraayê jî, kesên nenas avahiyeke Ewlehiya Dewletê li rojavayê Deraayê teqandin û di encamê de beşek jê hate rûxandin.

Back to top button