National Geographic Okyanûsa 5. li nexşeya cîhanê zêde kir

National Georgraphic ragihand ku ava li dora Antarktîkayê weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas dike û navê Okyanûsa Başûr jî lê hate kirin.

National Geographicê bi daxuyaniyekê diyar kir, ava li dora Antarktîkayê bi rengekî fermî weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas dike.

Navê wê jî Okyanûsa Başûr e.

Ji aliyê dîrokî ve li nexşeya cîhanê tenê çar okyanûs hebûn.

Ew jî Okyanûsa Atlantîk, Pasîfîk, Hînt û Arktîk.

Bi vê guhertinê re rêxistinê nexşeya cîhanê ji nû ve xêz kir.

Erdnîgêra National Geogprahic Society Alex Tait ji kovarê re axivî û got,

“Okyanûsa Başûr demeke dirêj e ji aliyê zanyaran ve tê naskirin, lê belê li qada navneteweyî ji ber ku lihevkirin tine bû me nekarî bi rengekî fermî nas bikin.”

Tait anî ziman ku ev yek ji hin aliyan ve rewşeke neyînî ya cografî ye” û wiha dewam kir,

“Me her tim destnîşan kir, lê ji okyanûsên din cudatir me destnîşan kir.

Ev guhertin gava dawî diavêje û ji ber ku ji aliyê ekolojîk ve cihê ye em dixwazi nas bikin.”

Back to top button