Çeteyan li gundekî Til Temirê malên sivîlan talan kirin

Komên çete yên artêşa Tirk duh bi ser gundê Dibisa yê rojavayê navçeya Til Temirê de girtin û malên sivîlan talan kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku duh nîvro çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Dibsa yê navçeya Til Temirê de girtine.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bi zêdeyî dehan erebeyên leşkerî avêtin ser gund û malên sivîlan talan kirin.

Gundê Dibisa di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên 9’ê Cotmeha 2019’an hate dagirkirin.

Artêşa dagirker baregrheke xwe li ser girê gundê Amiriyê yê li beramberî gundê Dibisê ava kirine.

Back to top button