Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konfransek ji bo Jinan li bajarê Reqayê li dar xist.
Bi dirûşmeya “Bi vîn û zanebûna jinan em ê pergaleke perwerdeyê ya yekbûyî ava bikin.”
Desteyê konfransek cara Yekemîn ji bo jinan li bajarê Reqayê li dar xist.
Bi dehan ji nûnerên rêveberiyên xweser û saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn.
Di konfransê de hevseroka rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî.
Bêrîvan balkişand li ser rola jinan di rêvebririna civakê û di warê perwerdeyê de.
Piştre endama Yekîtiya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl axivî û da zanîn ku jinan di rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi roleke sereke rabûn.
Bi navê Kongra Star Remziya Mihemed jî axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.