LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ LI BINARÊ QENDÎLÊ HAT DESTPÊKIRIN

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, berê xwe dan Qendîlê û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kir

Ciwanên Başûrê Kurdistanê piştî ku gihiştin Binarê Qendîlê di saetên êvarê de bi daxuyaniyekê çapemeniyê çalakiya xwe ya Mertalên Zindî dan destpêkirin.

Ciwanan diyar kirin ku divê gelê kurd haj metirsiya dewleta Tirk a dagirkirina xaka Başûrê kurdistanê hebe.

Her wiha bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin ku beşdarî çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê bibin.

Li navçeya Derbendîxan a bi parêzgeha Silêmanî jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xelkên navçeyê li kolanan bûn.

Di çalakiyê de bang li tevayî hêzên siyasî yên Kurdistanê hat kirin ku li dijî dagirkeriyê helwestek cidî nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button