Şandeya akademisyen, rewşenbîr, hiqûqnas û rojnamevanên Ewropî û Amerîkî serdana gundê Jinwar ê li navçeya Dirbêsiyê kir.
Şande li gundê Jinwar ji aliyê jinên gund ve hat pêşwazîkirin û li hemû beşên gund geriya.
Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinwar Nojîn sîstema gund ji şandeyê re da nasîn û bersiva pirsên şandeyê li ser armanca avakirina gund, kesên lê dimînin û navê gund da.
Piştre şandeyê berê xwe da Akademiya Jinwar û sîstema li wir nas kir.
Tê payîn ku şande sibe serdana Akademiya Şehîd Rizgar a Gaziyên Şer ya li bajarê Dêrikê bike.