TEV-DEM banga lidarxistina kongreyeke niştimanî kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê hewldanên derxistina şerê navxweyî daxuyaniyeke nivîskî da.

TEV-DEM got:

Ev demek e aloziya li Başûrê Kurdistanê kûr dibe û bandoreke neyînî li hemû parçeyên Kurdistanê dike û ji ber çareserî nayên dîtin, berdêl têne dayîn.

TEV-DEM diyar kir ku doza Kurd bûye mijareke sereke di qadên navnetewî de, Tirkiyê ji vê yekê ditirse û hewl dide bi hemû rêbazan
şerekî navxweyî di nava Kurdan de biqewimîne û herêman dagir bike.

Li gorî TEV-DEM, diyaloga Kurdî-Kurdî rêya yekane ya derketina ji hemû aloziyan e.

Tevgera Civaka Demokratîk banga hişyariyê kir, ku divê gelê Kurd û hêzên niştimanî helwesteke netewî nîşan bidin û rê li ber şerekî navxweyî bigirin.

TEV- DEM her wiha banga lidarxistina kongreyeke niştimanî ya Kurdistanê jî kir.

Back to top button