Rewşenbîrên Dirbêsiyê: PDK’ê xizmeta berjewendiyên Erdogan dike

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê jî der barê daxuyaniyên dawî yên PDK’ê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan da. Rewşenbîran diyar kir ku PDK bi van kirinan xizmeta berjewendiyên Erdogan û ragihandina şerê birakujiyê dike.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê her û her ji bo parastina mafên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê dike û hewl dide refa Kurdî bike yek.

Lê ev yek hertim rastî êrîşan tê û herî dawî ji aliyê PDK ve bi tiştên ne rast hat tawanbarkirin.

Vê yekê hêrseke mezin li cem gel û hemû sektorên civakê çêkir û rojane nerazîbûn li dijî hewldanên PDK ên derxistina şerê navxweyî derdikevin.

Ji bo daxuyaniya Mesûd Barzanî jî, endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê Ebdul Wehab Xelef diyar kir ku daxuyaniya Barzanî xizmeta berjewendiyên Erdogan û partiya wî dike.

Li gorî Xelef daxuyaniyên Barzanî, tu sûdê li gelê Kurd nakin, lê belê banga şerê birakujiyê dike.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê jî nivîskar Ehmed Silêman bertek nîşanî daxuyaniyên Barzanî da.

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê, di dawiyê de, bang li gelê Kurd kir ku li hemberî planên PDK’ê ku gefan li destkeftiyên Kurdan dixwin, bisekine.

Her wiha bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî kir ku li xwe vegere û ji bo rawestandina şer hewldanan bike.

Back to top button