Li Hemayê, 20 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarê Hemayê, di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk de, 20 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Her wiha li çolistana Sûriyê jî zêdeyî 75 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞê hatin kuştin.

Ev demek e şer û pevçûn navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li başûrê Idlibê li dar in.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bi awayekî rojane radigihîne ku hêzên hikumetê û çeteyan êrîşî nuqteyên hev dikin.

Li bajarokê El-Fitêra, Filêfil, Sifûhin û bajarê Seraqibê êrîş rojane hene.

Li Hemayê jî, li gel vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji gelek nuqteyan, çeteyên Tirkiyê êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li navçeya Sed Ebû Feyat li bakurê bajarê Selemiyê yê gundewarên Hemayê kir.

Di encama vê êrîsê de, zêdeyî 20 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û jimarek birîndar bû.

Beriya niha, dewleta Tirk a dagirker nuqteya xwe ya li Morok a Hemayê valakiribû û li hemberî wê asta hêza xwe li başûrê Idlibê zêde kir.

Li çolistana sûriyê zêdeyî 75 leşkerên hikumet û çeteyn DAIŞ’ê hatin kuştin

Li aliyeke din jî, Çavdêriya Sûrî diyar kir ku li çolistana Sûriyê ev nêzî 2 heftiyan şer û pevçûn navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞê li dar e.

Di encama van êrîşan de jî, zêdeyî 75 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞê hatin kuştin.

Back to top button