Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî: Xeteriya Varîanta Omicron pir zêde ye

Di nava 24 saetên dawî de li seranserê cîhanê bêtirî mîlyonek û 200 hezar kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketin. Li gorî pisporan sedema vê yekê bandora varîanta Omicronê ye. Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî Omicron weke xeteriyeke mezin binav kir.

Di serî de Amerîka, Fransa, Birîtanya, Spanya, Îtalya, Yûnanistan û Tirkiyê, doh bi sed hezaran kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketin.

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê bi gotina “zivistaneke zor li pêşiya me ye” bal kişand ser xeteriyê.

Dîrektorê rêxistinê Tedros Ghebreyesus (Tîdros Gebriyesûs) hişyar kir ku asta xeteriya Omîcronê pir zêde ye û got:

Hejmara pêketiyên nû yên Koronayê di asta rekorê de ne. Bandora belavbûna varîanta Omîcron di vî warî de eşkere ye.

Lewma divê were zanîn ku pêvajoyeke zor û zehmet li pêşiya me ye.

Li gorî lêkolînên hatine kirin, Omicron di nava 2-3 rojan de dikare pêşî li belavbûneke zêde a vîrûsê veke.

Rewşa li Amerîka û welatên Ewrûpayê derketî holê jî nîşaneya vê yekê ye.

Ji ber zêdebûna pêketiyan, şidandina tedbîran careke din ket rojeva hukûmetan.

Dîrektorê Rêxistina Tendirûstiyê bi bîr xist ku bê edaletiya belavkirina derziyên li dijî vîrûsê hê jî dewam dike û got;

Li welatên dewlemend ji sedî 67 mirovan derzî lixwe dane.

Lê li welatên xizan ev rêje hê ji sedî 10 derbasnebûye.

Back to top button