Heyder Reşîd: Eger dorpêça li Şehbayê bi dawî nebe dê karesetek çêbibe

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd li Kampa Berxwedan Heyder Reşîd hişyarî da ku eger dorpêça li Şehbayê dewam bike dê karesetek çêbibe. 

Ji ber dorpêça li Şehbayê ku Hikûmeta Şamê li ser ferz kiriye derman kêm bûye.

Hin cure derman kêm mane û hin cure jî bi carekê re namane.

Xebatkarên Heyva Sor dermanên di destê wan de hene didin nexweşan, tansyona wan dişopînin.

Û ji bo rewşên mîna zekemê jî gihayan didin nexweşan.

Lê ji ber dorpêçê êdî derfetên Heyva Sor a Kurd û dermanên wan jî kêm dibin.

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd li Kampa Berxwedan Heyder Reşîd derbarê mijarê de axivî.

Reşîd diyar kir ku ji ber nebûna sotmeniyê û kêmbûna dermanan ew bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin.

Heyder Reşîd bang li Xaça Sor a Navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku ji bo bidawîkirina dorpêçê bixebitin.

Û hişyarî da ku eger ambargo dewam bike dê şêniyên kantonê û koçberên Efrînê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.

Back to top button