Minbic- MSD’ê ji bo rewşê civînek li dar xist

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û MSD’ê derbarê rageşiyên siyasî û leşkerî ku li herêmê diqewime bi şêniyên Minbicê re civînên cûda lidarxistin.
Beşdarvanên di civînan de diyarkirin ku ewê axa xwe li hember her cûre êrişan biparêzin.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên bi balafiran li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ranewestandin e.

Di êrişan de sivîlan dike armanc û bi rêya çapemeniyê rastiyan berovajî dike.

Têkildarî mijarê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Minbicê ji bo nîqaşkirina rewşa dawî ya li herêmê civînek li dar xist.

Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed anî ziman ku armanca êrişan koçberkirina gel e û got:

”Divê em xwedî helwesteke sûrî ya niştîmanî bin da ku van êrişan têk bibin.”

Cigirê Desteya Rêveber a MSD’ê Elî Rehmûn jî dibêje:

”MSD’ê karîbû bi rêya siyaseta xwe ya derve, êrişa bejayî bida rawestandin.

Lê belê Tirkiyê dê her ji bo destpêkirina êrişeke din amadekariyê bikin.

Çareseriya siyasî ya herî baş e ku maf, azadî û demokrasiyê misoger dike.”

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic jî bi civînekê, rageşiyên siyasî û leşkerî ji şêniyên bajêr re şîrove kirin.

”Tirkiyê bi rêya çapemeniyê rastiyan li gorî xwe berovajî dike”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic Mihemed Elî El Ebo jî axivî û got:

“Pir kanal hene behsa rewşa siyasî, leşkerî, civakî û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.

Lê belê ew li gorî dilê xwe rewşê şirove dikin û rastiyan berovajî dikin.

Ji ber vê yekê me xwest civînan li dar bixin da ku haya gel ji rageşiyên siyasî û leşkerî hebe.”

”Divê gelê me xwedî zanebûnek siyasî û civakî be”

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yusif jî wiha dibêje:

“Di gel êriş û gefan, şerekî çapmaniyê yê mezin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî heye.

Şerê çapmeniyê yek ji rêbazên şerê taybet e ku dewletên mêtinger li dijî gelên azadîxwaz pêk tîne”

Ehmed Yusif tekez kir ku divê civaka Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî zanebûneke siyasî û civakî be

Back to top button