Êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî heya doh derengiya şevê jî dewam kirin.
Vê carê jî gundên Şehba, derdora Til Rifet û gundên Til Temirê bûn armanca êrişan.
Artêşa Tirk a dagirker doh derngiya şevê derdora navçeya Til Rifetê topbaran kir.
Heman dagirkerî gundê Semoqa yê herêma Şehbayê jî bi çekên giran topbaran kir.
Artêşa Tirk êrişî gundê Teyba, Hiwêca û Seyda yê navçeya Eyn Îsayê jî kir.