HPD: Çareseriya rewşa li welat bidawîkirina tecrîdê dibe

Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de hat diyarkirin ku desthliata AKP-MHP’ê bi şer û dagirkeriyê hewl dide li ser piyan bimîne. HDP’ê destnîşan kir, çareseriya Pirsgirêka Kurd bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna xwe ya ku 16’ê Tebaxê pêk anî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Meclîsa HDP’ê diyar kir ku deshilata yekparêz û rejîma li tirkiyê di pêkanîna şer, dagirker û talankirinê de israr dike û wiha got:

Di nav vê qeyrana navneteweyî de desthilatiya tekparêz a li Tirkiyê ji bo dewamkirina desthilatiya xwe, wekî her caran şer, dagirkerî û talanê didomîne. Armanca me ya dawî ew e ku li dijî van polîtîkayên şer û wêrankirin û pevçûnê bisekinin û ji bo aştiyê têkoşîneke hevpar ava bikin.

Meclisa HDP: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê tecrîda li Îmralî bi dawî be

Meclisa HDP’ê weke rêya çareseriya derketina ji vê krîzê Îmralî destnîşan kir û ev tişt anî ziman:

Li Rojhilata Navîn rejîmên ku tundiyê diafirînin û îxracî deverê dikin, dixwazin pirsgirêka Kurd jî bi zext û zorê çareser bikin. Lê rewşa Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd li temamî deverê bingeha jiyana demokratîk e. Ev yek beriya her tiştî bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ve girêdayî ye ku pêkanîna aştiyê li ser vî esasî ye. Çimkî pergala ku li Îmraliyê tenê ji bo Birêz Ocalan hatiye avakirin, îro li temamî Tirkiyê û li ser gelên herêmê hatiye belavkirin û bûye pergaleke faşîst.

HDP: Peymana Stenbolê xeta me ya mor e’

Meclisa HDP’ê anî ziman ku ew xwe weke partiya jinan dibînin û Peymana Stenbolê ya parastina mafê jinan jî ji xwe re wek “xeta mor” dibînin.

Meclisê diyar kir ku ewê qeyûmên dagirker û zîhniyeta dagirkeriyê ku li pişt wane ticarî qebûl nekirn û wê hesabê van kirinan ji deshilatê bipirsin.

Em 1’ê Îlonê bi slogana ‘li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ pêşwazî bikin

HDP’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Me hêvî bi Bernameya xwe ya Têkoşîna Demokratîk mezin kir û em wê hêviyê di 1’ê Îlonê de tînin qonaxeke nû.

Dem dema xurtkitina têkoşîna demokratîk, dem dema bihêzkirina têkoşîna jiyaneke yeksan û avakirina aştiyê ye.

Mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, bajar bi bajar…

Em bangî hemû gelên xwe dikin:

Werin em zincîra aştiyê ava bikin û bi meşaleyên aştiyê BI HEV RE têkoşîna xwe bilind dikin.

Back to top button