Li Şehbayê nexweşxaneya Covid 19 hat vekirin

Di çarçoveya tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa Coronayê de îro Heyva Sor a Kurd li herêma Şehbayê nexweşxaneya Covid-19 vekir. Li aliyê din jî pêngavên pakkirinê li seranserî herêmê dewam dikin û îro sûka bajarê Dêrikê hat pakkirin.

Amadekariyên ji bo derketina rewşên nû ên vîrûsa Coronayê dewam dikin.

Heyva Sor a Kurd li herêma Şehbayê bi derfetên di dest wan de nexweşxaneya Covid-19 vekir.

Di nexweşxaneyê de 16 ode û hinek alavên Tendirustî yên pêwîst hene.

Kesên li herêmê bi vîrûsa Coronayê ketine niha li nexweşxaneyê di karantînayê de ne.

Her roj bi awayekî rêk û pêk bergiriyên tenduristî ji wan re tê kirin.

Heta niha 9 kes baş bûne û vegerîne malên xwe.

Back to top button