CENTCOM: 2 Berpirsên DAIŞ’ê li Rojhilatê Sûrî hatin kuştin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên wan operasyoneke esmanî li Rojhilatê Sûrî pêk aniye û di encamê de 2 berpirsên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî eşkere kir ku Hêzên Antî Teror ên QSD’ê jî beşdarî vê operasyonê bûne.

Fermandariya Amerîkî bi daxuyaniyekê kuştina herdû serçeteyan ragihand û piştrast kir ku destê yek ji wan çeteyan di gelek karên xerab de heye.

Berdevkê CENTCOM’ê Joe Puccino “Jo Potişîno” qala girîngiya kuştina herdû serçeteyan kir û got:
Kuştina wan wê hêza DAIŞ’ê di warê pêkanîna êrişan û têkbirina aramiyê li Rojhilata Navîn de qels bike.

SOHR: QSD’ê beşdarî operasyona li Dêra Zorê bûye

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî eşkere kir ku ev herdû serçete ji nasnameyên Iraqî û Sûrî ne û bi operasyoneke hevbeş a QSD’ê û Koalîsyona Navnteweyî li Dêra Zorê hatine kuştin.

Li gorî çavdêriyê, destê van herdû çeteyan di gelek kirinên reşkujiyê de li deverên Zir, Busêra de heye, her wekî wan roja 18 Mijdarê şervanekî QSDê şehîd xistiye.

Back to top button