Kongreya 7. a Partiya Çep a Ewropayê

Kongreya 7. a Partiya Çep a Ewropayê li Viyanayê hat lidarxistin.
Di kongrê de ala PKK’ê hat hildan û ji bo derxistina wê ji Lîsteya Terorê bang hat kirin.
Serokê nû yê partiyê destnîşan kir ku piştgiriya bi Kurdistanê re wê yek ji karên wan ên sereke be. 

Partiya Çep a Ewropayê kongreya xwe ya 7’an li Viyanayê di navbera 9 û 11’ê Kanûnê de lidar xist.

Ji gelek welatên Ewropayê 26 partiyên siyasî yên endam û 21 partiyên çavdêr beşdar bûn.

Ji Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê, Latîn Emerîkayê û Asyayê jî gelek partî, tevger û mêvan amade bûn.

Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û nûnerên KNK’ê jî tevlî kongreyê bûn.

Di kongrê de Berdevkên Karên Derve yên FEYKOM’ê Mûstafa Dîllîce û Lorîn Şahan axivîn.

Kesên navborî diyar kirin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk ku li Rojava pêk hatî gelekî girîng e.

Û ji bo parastina vê tecrûbeyê pêwîstî bi piştevaniyê heye.

”Pirsgirêka Kurdan bi azadiya Rêber Apo çareser dibe”

Bi navê KNK’ê jî Sînan Onal axivî û li dijî gengaziya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî bang kir.

Sînan Onal destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi azadiya Rêber Apo û hevdîtinên pê re dikare bê çareserkirin.

Li ser navê Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê Maurizio Acerbo jî axivî û ala PKK’ê hilda.

Maurizio Acerbo bang li Partiyên Çep ên Ewropayê kir ku ji bo derxistina PKK’ê ji Lîsteya Terorê xebatê bikin.

Di kongrê de hemû delegeyan pêşnyara piştgiriya bi gelê Kurd re qebûl kirin.

”Piştgiriya Kurdan wê karê me yê sereke be”

Serokê nû Walter Baier destnîşan kir ku piştgiriya bi Kurdistanê re wê yek ji karên wan ên sereke be.

Kongre bi hilbijartina serok û desteyên nû 11’ê Kanûnê roja Yekşemê bi dawî bû.

Back to top button