“Di mûçeya sala 2023’an a Tirkiyê de ji bo Kurdan tiştek nîne”

Ev çend roje meclisa Tirkiyê ji bo diyarkirin û êrikirina Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan a Tirkiyê civiya ye.
Qaşo wezîrê Karê hûndir ê Tirkiyê Suleyman Soylu bê ku behsa mûçeyan bike dîsa gef li Parlamenterê HDP’ê xwar. Di meclîsê de ji bo perwerdê jî mûçe hate diyarkirin lê di wir da ji bo kurdan zimanê kurdî tiştek nînbû.
Meclisê Koma HDP’ya di meclisê de dijminatiya Soylû û Rastiya dewleta Tirk a li hember kurdan careke din teşhîr kirin.

di 30 saniyê ewil ê nûçeyê de vê lînka jor karbînin

Ev çend roje meclisa Tirkiyê ji bo diyarkirin û êrikirina Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan a Tirkiyê civiya ye.

Lê di vê civînê de jî careke din dijminatiya dewleta tirk a li hember kurdan û bêçaretiya wan a li hember têkoşîna kurdan bû rojeva meclisê.

Qaşo Wezîrêkarê Hindir ê Tirkiyê Suleyman Soylu dîsa dijî kurdan û HDP’ê axivî û gef li parlamenterê HDP’ê xwar.

Lê gefa Soylu rastî bersiva tund a parlamenterê HDP’ê hat.

Parlamenterên HDP’ê daxwaza îstîfaya Soylu kirin û nehiştin Soylu biaxive, Soylu bê ku axaftina xwe biqetîne li dîkê daket

Parlamenterên HDP’ê wêneyên ku Têkiliya Soylu ya bi çete, diz, heşîş firoşan re nîşandide rakirin û li dijî axaftinên soylu bertek nîşan dan.

Ev dîmenê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Miheme Ruştû ye ji deqeya 03.00 şûn ve karbînin

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Miheme Ruştû diyarkri ku wezîrê şerê navxweyî Soylu Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegûherandiye navenda heşîş û çeteyan.

Serokê Koma HDP’ê Saruxan Oluç jî bertegên tund nîşanê axaftinê Soylu da û diyarkir ku yên ku qeyûm avîtin li ser vîna gel, yên ku ziman û nasnameya vê gelê qedexe dikin, terorê dimeşînin hûn bixwe ne.

Di rûniştina 6’an a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan a di Lijneya Giştî ya Meclisê Tirkî de li ser mûçeya Perwerdehiyê jî nîqaş hate kirin.

Derbarê mijarê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî axivî û diyarkir ku 30 mîlyon kurdên Bakurê Kurdistanê daxwaza perwerde zimanê kurdî dikin, di vê mûçeyê de kurd nînin.

Îmam Taşcier xwest kurdî biaxive lê axaftina wî hate qutkirin.

Back to top button