Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ferhan Mihemed li goristana Şehîd Dijwar oxir kir.
Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Dawî axivî û sersaxî ji malbatê şehîd re xwest û got: “Em bejna xwe li hember şehîd ditewînin û soz didin heta serkeftinê em ê li ser şopa wî bin.”
Her wiha, ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulsetar Hesekê axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Wan bi xwîna xwe rêya azadiyê ji me re nexişand.”
Ebdulsetar careke din soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê têkoşîna wan bidomînin.
Di dawiya merasîmê de, edama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê şehîd Ferhan kir, piştre hevalên şehîd Ferhan cenazeyê wî hildan û ew li Goristana Şehîd Dijwar, bi siloganên “Şehîd Namirin” spartin axê.