Di dema êrişên wê yên li ser Rojava de, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê jî zextên xwe zêde kirin.
Vê sibê polîsên desthilata faşîst a AKP’ê li Amedê bi ser gelek malên rojnamevan û avahiyên ragihandinê de girtin.
Û herî kêm 17 rojnamevan binçav kirin.
Polîsên dewleta Tirk vê sibê li Amedê di saet 4’an de bi ser gelek malên rojnamevanan de girtin û lêgerîn pêk anîn.
Di encamê de 17 rojnamevan hatin binçavkirin.
Di nav wan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê Serdar Altan,
Rêvebera JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtor Gulşen Koçûk,
Û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruc, hene
Hat ragihandin ku polîsên dewleta Tirk li ajansa Jinnews a Amedê hemû hardên komputer û gelek alavên ajansê birine.
Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û xwest rojnamegerên binçavkirî demildest bên berdan.
Li Şirnexê 6 kes vê sibehê hatin binçavkirin
Ne tenê li Amedê, li Şirnexê jî êriş hebûn.
Li wir jî 6 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.