Hêzên Antî Teror (HAT) li Dêrazorê 3 çete girtin

HAT’ê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayiş” li bakurê Dêrazorê 3 çete girtin ku destên wan di kiryarên xirabkirinê yên vê dawiyê yên li Dêrazorê de hebûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Hêzên me yên taybet ên (HAT) îro 21 Îlonê li bakurê Dêrazorê operasyonek li dar xist û 3 çete girtin.

Ev çete têkiliyên wan bi bûyerên xerabkirinê yên vê dawiyê li Dêrazorê çêbûne û girêdana wan bi aliyên derve ve jî hebûn.

Her weha, çeteyan hewl didan li Dêrazorê fitneyan derxin û ewlehî û aramiya wê têk bibin.

Hêzên me her sê çete girtin û çek û çebilxaneyên bi wan re desteser kirin.

Hêzên Asayişê diyar kir ku berdewama operasyonên ewlehiyê bi şopandina bermayên çeteyan, paqijkirina herêmê ji gef û metirsiyê û pêkanîna aramiyê piştrast dike.

Back to top button