Li Çargoşeya Ewlekariyê hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Elwetenî şer dikin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê bi awayekî ketober bi gule û moşekan bi hev ketin.
Di encamê de rokêt û mûşek li tax û malên welatiyan ketin.
Zarokek li Kelasê jiyana xwe ji dest da, li Taxa El umran jî jinek birîndar bû

şer û hedefgirtinên ketober di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê de dewam dike.

Moşekek li taxa Nasra ket-Zarokek şehîd bû

Ji ber hedefgirtinên ketober û avêtina moşekan, moşekek li maleke taxa Nasre ya Hesekê ket.

Di encamê de zarokê bi navê Yûsif Zêdan Mihemed 2 Salî jiyana xwe ji dest da.

Rokêtek li taxa El Umer ya Hesekê ket-Jinek û zarokek birîndar bû

Piştî wê rokêtek li Taxa El Umer jî ket, li vir jî jinek û zarokek birînda bû.

Her weha rokêtek komên hikumeta şamê li taxa Eziziyê jî ketibû.

Back to top button