Li Qamişlo Bi boneya salvegera yekemîn a Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” şevbuhêreke stran û helbestan hat lidarxistin.
Şevbuhêrk ji aliyê Yekitiya Rewşenbîr û Hunermendan a Herêma Cizîrê ve hat lidarxistin.
Endamên yekitiyê, hejmareke, wêjevan, hunermend û helbestvan tevlî şevbuhêrkê bûn.
Di şevbuhêrkê de endama TEV-DEM′ê Cîhanê Hisên berxwedana jinan a li hember zordariyê silav kir û got:
“Bi saya ramanê Rêber Apo şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê li seranserî cîhanê belav bû.
Jinan bi rêya vê şoreşê hişmendiya zilamperestî têk bir û bi hezaran jinên cîhanê tev lê bûn”
Piştre sînevîzyonek li ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û jiyana Jîna Emînî hat pêşandan.
Paşê helbestvanan helbest li ser Jîna Emînî û serhildanê xwendin.
Hunermend Sîmav Darî û Koma Şehîd Sakîne stran gotin.
Şevbuhrêk bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.