Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê re civiya û rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir.
Civîn bi tevlîbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, şênî, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê li bajarokê Kisrayê hat lidarxistin.
Ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û derbaskirina kêmasiyan beşdaran nêrîn û pêşniyarên parve kirin.
Beşdaran xwest qada perwerdeyê were pêşxistin, dibistan werin sererastkirin, dibistanên navîn û amadehî werin vekirin, dewreyên perwerdeyê yên fêrkirina xwendin û nîvisandinê werin vekirin.
Ji daxwzin din, kalîteya mazotê were başkirin, piştgiriya qada tenduristiyê ya taybet were kirin û nexweşxaneya Kisrayê were vekirin.
Civîn bi girtina encaman bi dawî bû, ji wan:
Komîn û meclis pêngaveke xizmetguzariyê bi rêxistin bikin da ku kêmasiyên berê werin sererastkirin û planeke nû ya kar were danîn.