Dêrik-Çalakiya pêşxistina zanistî bi dawî bû

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê çalakiya “Jin Jiyan Azadî, ser bixe azadiya jinan” ku tê de waneyên îdeolojî derbarê fikirê Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina asta zanabûnê ya jinan hatin dayîn, bi dawî kir.

Yekitiya Jinên Ciwan 17’ê Îlonê çalakiyek bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî..ser bixe azadiya jinan” li gundê Zuhêriyê yê Dêrikê li dar xist.

Tê de waneyên îdeolojî ji bo pêşxistina asta zanabûnê ya jinan hatin dayîn.

Piştî rêze-semînerên li ser mijarên cuda, çalakî bi semînerekê li ser jineolojiyê bi dawî bû.

Di semînerê de endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Vejîn Rêzan li ser rola jinan di civakê de axivî û got:

Jin li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan dimeşe û xwe bi xwe ava dike û di civakê de xwedî hêz û vîn e.

Vejîn domand ku cewhera jinan rastî, edalet, hest û hêz e.

Ji ber wê jî Rêber Abdullah Ocalan jineolojî belav kir û jin teşwîq kir ku di civakê de bibin rêveber û xwedî hêz.

Divê ji bo bidawîkirina zihniyeta baviksalariyê ev zanist li her derê bê nîqaşkirin da ku di nav civakê de bê rûniştandin.

Dawiya çalakiyê beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin.

Back to top button