Dolarekî Amerîkî 10 lîreyê Tirk derbas kir

Kêmbûna lîreyê tirk li hember dolar dewam dike. Lîreyê tirk ku duh asta xwe ya herî nizm a dîrokê dît û yek dolarê Amerîkî 10 lîreyê Tirkî (TL) derbas kir.

Piştî roja Înê piyas girtî bû rêjeya dolar cara yekem ji asta herî bilind a dîrokî ya 10 TLyî derbas kir.

Îsal daketina TL li hember dolar derket ji sedî 25’an.

Daxistina nirxê herî dawî ji hêla daneyên enflasyonê yên ji Amerîka yê ku roja roja Çarşemê ve ji texmînan bilindtir bû.

Dolar li hember îhtimala ku polîtîkaya tundkirina Banka Federal a DYA dereng bimîne dest pê kir.

Lîreyê Tirkî vê hefteyê li hemberî dolarê ji bêtirî ji sedî 3 winda kir û sînorê psîkolojîk a asta 10 dît.

Aborînas jî polîtîkaya rejîma deshilata AKP’ê weke fetisandina xerckirinê pênase dikin.

Û ev yek herî zêde bandora xwe jî li çîna hejar ya li Tirkiyê dike.

Back to top button