Êlên navçeya Til Hemîs îro bi daxuyaniekê gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin. Şêniyan gotin, eger êrîşek dijî herêmê pêk were, ew ê parastina axa xwe bikin.
Şênî û rûspiyên êlên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê li pêşiya meclisa navçeyê daxuyanî da û gotin, divê her kes li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker hişyar be, ji ber ku gelek azar jê hatine kişandin û gelek bajar hatine dagirkirin.
Şêniyan gotin, eger dewleta Tirk êrîşekê dijî herêmê pêk bîne, ew parastina axa xwe bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de, bêdengiya Komkara Erebî li hember koçberkirina şêniyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.