Pûtîn: Tetbîqatên NATO li Derya Reş, li dijî me vexwendina meydanê ye

Li Derya Reş, av germ bûye. Di nava demên dawiyê de, Rûsya û NATO li nava Derya Reş tetbîqatên berfireh pêk tînin. Metirsiya derketina şerekî li herêmê ji aliyê Moskow ve hate piştrastkirin. Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin got, Tetbîqatên NATO yên li Derya Reş tê wateya, vexwendina me ya ji bo meydana şer.

Vladimir Putin di hevpeyvîna xwe ya bi Televîzyona Dewletê ya Rûsyayê re hebûna hêzên deryayî yên NATO li Derya Reş nirxand.

Putin anî ziman ku hebûna keştiyên DYA di çarçoveya erka NATO yê ku li Derya Reş tetbîqtan pêk tîne ji bo me raste rast vexwendina meydana şere.

Serokdewletê Rûsya got:

Hevalbendên DYA û NATO, li Derya Reş xebatên bêpilan dikin.

Ev yek tevî keştî û hêzên asmanî yên bihêz pêk tîne.

Ev ji bo me vexwendina meydanê ye.

Putin diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsya jî jê xwestiye tetbîqatek bêplan li herêmê bike û wiha got:

Lê ez wisa difikirim ku ev pêşniyar ne guncawe.

Em hîs dikin ku ew nahêlin em rehet bibin, lê bila bizanibin ku em nerehet in.

Back to top button