Li Endonezyayê lehî..Bi hezaran kes di malên xwe de asê man

Li herêma bakurê Sumatra ya Endonezyayê ji ber barana zêde û rabûna lêhiyê bi hezaran kes di malên xwe de asê man.

Komên rewşa awerte doh heta direngiya şevê li herêmê xebatên xelaskirinê didan meşandin.

Bi saetên siharê re, kesên hatine xelaskirin ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Baran û lêhiyê li pey xwe wêraniyek zêde hişt.

Kolan ji avê tejî bûnû, maşîneyên li ber lêhiyê ketîne, di hewşên malan de hatin dîtin.

Rêvberiya rewşa lezgîn ya herêmê jî ragihand ku ji ber barana zêde ya ji roja pêşemê ve, ava 4 çeman bilind bûye û ev yek bûye sedema ku av derbasî herêmê bibe.

Hat gotin bi qasî 6 hezar kes ji cih û warê wan hatine veguhestin, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî winda ne.

Back to top button