Xelkê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîd Riyad Korekcî yê ku di êrişa delweta Tirk a dagirker de li Hesekê şehîd bibû.
Bi sedan şêniyên her du taxan û endamên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.
Endama Meclisa Kongra Star Emîre Mihemed Tobal sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Şehîdan ji bo parastina ax û rûmetê cane xwe feda kir. Em ê rêya wan bidomînin.”
Hevserokê Meclisa Civakî Selah Tirkî jî got:
“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hember siyasetên qirkirinê teslîm nebe.”
Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.