QSD’ê eşkere kir ku îdayên dewleta Tirk ên şehîdxistina 162 şervanan ne rast e.
Serokê rejima dewleta Tirk Erdogan îdia kir ku di êrişên wan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 162 şervan şehîd bûne û 194 hedef jî hatine rûxandin.
QSD’ê ev îdia derew derxistin û wiha got:
“Ew îdia derewên dubare ne, deverên hatine hedefgirtin jî saziyên jiiyanî û xizmetê yê gel in.
Di encama êrişan de nêzî 45 kes şehîd bûn, 11 ji wan sivîl bûn, yên din jî endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bûn ku li navendeke xwe ya perwerdeyê diman.”



