Fransa dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Nîjerê kir

Fransa piştî darbeya li Nîjerê, êdî hêzên xwe ji welat vedikişîne.
Rêveberiya Fransa bi navbeynkariya Cezayîrê, dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Nîjerê kir.

Serfermandariya Giştî ya Fransayê diyar kir ku beşa despêkê ya leşkerên li Nîjerê ji welêt derketin.

AFP’ê ragihand ku leşkerên Fransî bi konvoyeke ku bi leşkerên Nîjer re bûn, çûne balafirgehê.

Piştî ku Cezayîrê biryar da di mijara Nîjerê de navbeykariyê bike, Fransa dest bi vekişîna hêzên xwe kir.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piştî darbeya Tîrmehê li Nîjerê pêk hat, li ser daxwaza rêveberiya cûntayê biryar da ku balyoz û leşkerên xwe ji Nîjerê vekişîne.

Piştî derbeyên salên dawî yên li van welatan, leşkerên Fransayê ji Malî û Burkîna Fasoyê vekişiyan.

Fransa li ser daxwaza rêberên Afrîkî ji bo “şerê komên cîhadîst” leşker şandibûn herêmê.

Li Nîjerê nêzî 1500 leşkerên Fransayê hebûn.

Rêveberiya Parîsê beriya niha eşkere kiribû ku ew ê deshilata darbekaran nas neke.

Back to top button