Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê biryara girtina dergehê Pêşxabûr daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev biryar yekalî ye.
Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku PDK’ê dergeh weke alaveke siyasî bikar tîne û got:
“Di demekê de ku şerê li dijî DAIŞ’ê li herêmên me tê kirin û gefên dewleta Tirk û çeteyên xwe bi dewamî li ser gelê me hene, ev biryar bêyî agahdarkirina me hat standin.
Dergeh ji bo rewşên mirovî, rêxistinên navdewletî û bazirganiyê dihat bikaranîn.
Lê PDK’e her dem dergeh weke alaveke siyasî li dijî herêm û gelê me bikar tîne.”
Rêveberiya Xweser teqez kir ku biryarên keyfî yên li dijî gelê herêmê nayên qebûlkirin û wiha bidawî kir:
“Em bi hêvî ne ku mijara dergehan nekevin çarçoveya siyasî, tayîbet ji bo xizmet-kirina aliyên ku dixwazin destkeftiyên gelê me têk bibin.
RÊVEBERIYA XWESER: BIRYARA GIRTINA DERGEHÊ PÊŞXABÛR YEKALÎ YE
https://hawarnews.com/ar/haber/alidarh-althatyh3a-ighlaq-mabr-symalka-qrar-ghyr-shyh-watkhth-bshkl-ahady-h79615.html