PDK′ê careke din Deriyê Sêmalkayê girt

Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr yê di bin desthilatdariya PDK’ê de, deriyê sînor yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê girtin. Rêveberê dergehên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rodî Mihemed Emîn axivî û diyar kir ku heta niha sedemên girtina derî nehatine eşkerekirin.

Desthilatdarên PDK’ê îro deriyê Pêşxabûr ê di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bêyî tu agahiyan bide Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê, girt.

Derî li pêş tevgera çûn û hatinê heta demeke ne-diyarkirî girtî ye..

Rêveberê Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûrî Rodî Mihemed Emîn ji Telefezyona mere axivî û li ser girtina derî wiha got: “Vê sibê Rêveberiya Pêşxabûrê bê sedem agahî dane me ku deriyên Sêmalka û Siwêdiyê El- Welîd li pêş bazirgaanî û rewşên mirovî digirin.

  • Tenê Hefteyek dem ji bo kesên li Rojava û Başûr hatiye dayîn ku vegerin cihên xwe.

Rodî Mihemed Emîn eşkere kir ku heta niha sedemên girtina deriyên sînor ne-hatine zelalkirin.

Her weha Rêveberiya dergeha Sêmalka jî bi daxuyaniiyekê teqez kir ku dergeh ji aliyê rojava ve vekirye Û ..

Tu carî weke dergeheke mirovî nehatiye girtin, lê Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr her tim hewl dide dergehê bi mijarên siyasî ve girêbide.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev ne cara yekemîn e PDK dergehê sêmalka li piya tevegerên mirovî û bazirganiyê digre.

Dawiya 2021’ê, desthilatdarên PDK’ê derî 40 rojî girtibû.

Back to top button